Kontrolên lênerîna pisîkolojîk kêm dibin

Bi qanûneke nû re kontrolên ewlekariyê yên çûnûhatina nexweşxaneyên pisîkolojîk têne kêmkirin. Halê hazir nexweş têne kontrol kirin da ku ew tiştên xeternak mîna kêr yan sîlehan bi xwe re nebine hundir, lê ev kontrol êdî wê neyêne kirin.

Bi qanûna nû re ji bo ku karmend karibin nexweş teftîş bikin divê biryara doktor hebe, yan na çênabe ew werine kontrol kirin.

Çavdêriya lênerîn û guhpêdanê dibêje ji bo peydakirina dengeya navbera ewlekarî û entegrîteyê qanûn hatiye guhertin, lê biryara nû karmend û xebatkarên sendîkayê têxe nav endîşeyê. Ew ditirsin ku nexweş di pêş de hem xwe hem jî karmandan bêhtir biêşînin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".