Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Alkohola hindik jî zerar e

Hat weşandin fredag 5 december 2014 kl 17.03
Vin, vinglas, vinflaska. Foto: David Magnusson/TT.
Foto: David Magnusson/TT.

Tu feydeya alkoholê ji dil û damaran re nîne û alkohola hindik jî ji tenduristiya mirovan re zerar e. Raporeke ku ji aliyê rêxistina li dijî vexwarina alkoholê û civata doktoran ve hatiye siparîş kirin vê yekê nîşan dide.

Lêkolerên ji Awustralya, Kanada, Amerîka û Swêdê zêdeyî 100 lêkolînên cuda yên ji salên 1970 î ve di raporê de berhev kirine û gihane wê encamê ku alkohola kêm jî zerar e. 

Berya niha dihate îdiakirin ku alkohola kêm, wek nimûne qedehek şarab ji dil re baş e. Lê rapora niha nîşan dide ku ev îdia bêbingeh û derew e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".