kurdisk, PYD, Rojava, Syrien, Kurdistan
Hevserokê PYDê Salih Muslim. Foto: Besir Kavak

Salih Muslim kî ye?

32 min

Bavê wî çar jin anîbûn, lê ew serokê partiyeke sosylîst û femînîst e. Çawa dibe? Di nav çi şertan de mezin bûye û îro mal û malbata wî di çi halî de ye? Hevpeyvîneke ”dûrî sîyasetê” bi Salih Muslim re.

Kurtejiyana hevserokê Partîya Yekîtiya Demokrat – PYDê Salih Muslim

  • 1951ê de li gundê qedîm yê bi navê Şêran ku girêdayî Kobanî ye tê dinê.
  • Navê bavê wî Muslim û dayika wî Ayşe ye.
  • Bavê wî çar jin anîbûn. 22 xwîşk û bira ne. 
  • Salih Muslim di 1979ê de bi Ayşe Efendî re dizewice.
  • Zarokên wî : Welat, Azad, Şervan (2013 de hate kuştin), Amed û Perwîn. 
  • Di salên 60-70î de nêzîkê şoreşa başûrê Kurdistanê ye.
  • Di 1981 de PKKê nas dike
  • Ji 1984ê pê de gelek hevdîtinên Salih Muslim bi Abdullah Öcalan re pêk tên.
  • 2010 dibe serokê PYD. 
  • Wextê wî yê serokatiyê di 2015ê de diqede
  • Muzîka jê hez dike: Klasîkên kurdî, Baqî Xido, Koma Berxwedan û Xelîl Xemgîn
  • Tişta wî aciz dike: Durûtî
Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".