Şewatên li Rågsvedê.
Wêne: Anders Wiklund / TT

Ciwanan Rågsved hevlîhev kir

Yanzdeh mêr û ciwan hêjî piştî pevçûnên ku li herêma Rågsvêd li Stockholmê êvara şemiyê rû dan girtîne.

Bi dehan otomobîl hatin şewitandin an bi awayên din hatin xerakirin û bi kevir û bombeyan êriş birin ser polîsên hatibûn ciyê buyerên.

Piraniya kesên ku girtîne di bin 18 salî re ne û şupheya ku ji van mêrên girtî tê kirin  kuştin, xerakirin, pevçûna bi şîdet û hewldana lêdanê ye.

Palle Nilsson alîkarê berpirsiyarê Polîsê herêma Söderort e, û ew bawer nake ku ev yek ji ber nîgeraniya civakî ye. Li gor wî kesên krîmînel li wê herêmê êrişî polîsan kirine.

- Bi taybet di vê buyerê de kesên bi temenên mezin hene ku ciwanan digşînin nav karên krîmînel û tiryakê. Û dema ku em jî bi awayekî çalak li hember tiştê ku ew pê li ser piya dimînin tekoşîn dikin ji û holê radikin mîsal wek dema ew narkotîka û alkolholê difroşin ciwnan, zulmê li xwediyên şîrketên bicûk dikin em ji wan re zahmetiyan derdixin û li wan cih teng ew jî li hember vê reaksiyonên bi vî awayî nîşan didin.

 Piraniya van ciwanên ku niha girtîne di bin 18 salî re ne, Palle Nilsson dibêje:

-Hemû ciwanên u niha girtîne em wan ji berê de nasdikin, û hevkarî bi dibistan, Daîreya Xizmeta Civakî, polîsên meyên pisporên ciwanan û dibistanan re hatiye kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".