Wêne: Elin Ericsson/Radyoya Swêdê
Wêne: Elin Ericsson/Radyoya Swêdê

Li Jönköpingê tehdîta bombeyê

Li Jönköpingê herêma li derdora  Göta Hovsrätten, dadgeha istînafê ya Göta û dadgeha îdariya istînafê ji ber tehdîta bombeyê hatiye girtin.

Îro berê nîvro li avahiyê ji aliyê polîs û kuçikên wan ve lêgerîn pêk hatiye.

Seat di 11an de jî grûba bombe ya ji Göteborg li ciyê buyerê amade bû.

Seroka Ewlehiyê ya Dadgehê Camilla Brännström ji TT re dibêje ev buyer grêdayî dozeke niha li dadgehê bi rêve diçe ye.

Berê hefteyekê jî bombeyek li hember navenda dadê ya li bajarê Malmöyê teqiya.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".