En vakt i korridoren på Kronobergshäktet i Stockholm
Foto: Gunnar Lundmark / SvD / TT

"Swêd girtiyan îzole dike"

Girtî têne îzolekirin
5:19 min

Ji ber ku gumanbaran di nezaretan de îzole dike ev bi salan e ku Swêd tê rexne kirin. Herî dawî îna derbasbûyî komîteya îşkenceyê ya Neteweyên Yekgirtî bal kişande ser vê yekê. Lê raporeke nû nîşan dide ku heta niha jî têkiliya gelek kesên girtî bi însanan re hema hema nîne.

Harriette Broman di nezareteke 8 metreçargoşeyî de 556 rojan bi tenê tê hiştin. Ew van rojên tenhatiyê mîna  îşkence bi nav dike. 

Ji ber gumana qaçaxiya narkotîkê di dawiya 2010ê de Broman tê girtin, lê piştre bê ku ceza bikeve stuyê wê ew serbest tê berdan.

 – Tişta herî nexweş ew bû ku 6-7 mehên destpêkê min nizanîbû ji bo çi ez hatime girtin. 

Nûçeyên Radyoya Swêdê Ekotê jî hevpeyvîneke nivîskî bi kesekî re kiriye ku ji 19 saliya xwe ve hatiye girtin û ev çar salin di nezaretê de ye. Wî di nameya xwe de wiha nivîsandiye:

– Berya nîvroyê nîv saetê û piştî nîvroyê nîv saetê tên min dibine hewşê da ez bimeşim. Wekî din ez tim di odeya xwe de bi tenê me. Wextê ez ê serê xwe şom yek tê min dibe serşokê.

Piştî çar salên di nezaretê de û dadgeheke demdirêj beşdariya hejmarek kuştin kete stuyê wî de û cezayekî dirêj lê hate birîn. Di nameya xwe de ew dinivîsîne ku rojê 23 saetan ew di hundir de ye û di zik hev de tenê saetekê dikare derkeve hewşê. Ji xeyrî ew qerdiyanên pê re li hewşê digere û yên xwarinê tînin jê re hema hema pêwendiya wî bi însanan re nîne. 

Ji ber rewşa ku însanan di nezaretan de pir îzolekirî dihêle gelek caran rêxistinên navnetewî yên mafê mirovan rexneyên tûj li Swêdê kirine. Lê heta niha jî nayê zanîn bê di nezaretên Swêd de çend kes seranserê rojê îzolekirî dimînin. Îcar niha Lênerîna Tawankaran (Kriminalvården) rewşê vedikole.

Lênerîna tawanbariyê li şevûrojên nêzîkê 3 000 kes meyizandiye. Nîvê kesên ku bersiv dane û hatibûne tewqîf kirin ragihandine ku danûstandina wan ya bi însanên derve re pir sînorkirî bûye. Û rêxistina navneteweyî ya Efûyê, Amnesty International rexnegir e. Madelaine Seidlitz ku li Amnesty parêzeriyê dike dibêje:

– Bisînorkirina têkiliyan bi rastî mirovan îzole dike û ev yek nayê qebûl kirin.

Lêkolîn nîşan didin ku îzolekirin tesîreke xerab li ser însanan dike. Kesê ku di 19 saliya xwe de hate girtin niha 23 saliye dinivîsîne ku piştî çar salên di tenhatiyê de laşê têşe, çavên wî kwîr bûne, diveciniqe, êvaran ji tirs û xofê ew nikare raze.

Şefa parêzerên Lênerîna Tawankaran Elisabeth Lager jî muameleya bitenêhiştinê rast nabîne.

– Armanca demdirêjî ew e ku kesek neyê îzole kirin. Herî kêm gereke rojê du saetan têkiliya wan bi mirovan re were danîn.

Li ser pirsa ku ev rexne zûde li Swêdê tê kirin û bê ji bo çi heta niha ev muamele nehatiye rawestandin jî Lager dibêje:

– Divê karmendên rojê du saetan karibin bi girtiyan re bin werine peyda kirin. Ji vê re jî îmkan pêwist in. Bingeha heyî jî ne li gor demên nezaretê yên ewqas dirêj e.

Rewşa Harriette Broman bi xwe ji ya zilamê niha 23 cuda ye. Piştî sal û nîvê di tenhatiyê de ew ji aliyê dadgeha îstinafê ve bêsûc tê dîtin û serbest tê berdan, lê ji ber vê dema di bin çav de şîrketên wê hatine girtin û tenêtiyê tesîreke wisa lê kiriye ku ew niha jî nexweş nivîsandiye û doza 7 mîlyon kron tezmînatê li Mifetişê hikûmetê yê hiqûqî dike.

– Ez hêvîdar im dewlet xwedî li berpirsiyartiya xwe derkeve û pêbaweriya min ya bi dadweriyê dîsa vegere.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".