Wêne: Sveriges Radio
Wêne: Sveriges Radio

Polîs li gor biryaran kar nake

Herçend wê polîs xebata li ser kirîna cinsî ya zarokan têxe pêşiya her karî jî gelek kêm lêkolîn li buyerên li hember zarokan ji aliyê polîsan ve tên kirin.

Îsal û heta niha nivê ji aliyê hemû daîreyên polîsan ve bi tenê li ser yek buyerekê lêkolîn hatiye kirin û piraniya daîreyan jî heta niha  tu dozên di derbarê firotin û kirîna cinsî a zarokan de nehatine destpêkirin.

Yek ji wan daîreyên fermî yên polîs ku destê xwe nedane tu buyerekê Polîsên Uppsala ne.

Berê salêkê li gor lêkolînek ku hat kirin eşkere bû ku kesên duxwazin bi nêta bikaranîna cinsî a bi zarokan re pere bidin û vê yekê bikin pir vekirî di li ser înternetê anonsan didin.

Anonsên bi vî rengî îro jî berdewam dikin û dîsa jî polîsan li ser tu buyeran lêkolîn nedane destpêkirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".