Meclîs
Wêne: Henrik Montgomery / TT

Pilana nu ya meclîsê

Meclîsê ji ber hilbijartina awerte ya di meha adarê de îro pilanek xebatê ya nû pêşkeşkir.

Yek ji biryaran ewe ke wê meclîs di meha sibatê de ji ber hilbijartinê navberê bide xebatê û careke din di nîsanê de vebe.

Sebeba sereke ya navberdayinê jî ewe ku divê butçeya nu ji bo komîsyonên meclîsê were şandin ku hemû beşên wê di çavre werin derbaskirin.

Serokê parlemanê Urban Ahlîn ji Ekot re dibêje armanc ewe ku hemû xebata butçeyê heta roja şemîyê, 20ê çileya paşîn were xelaskirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".