Dibistana Högland
Dibistana Högland. Wêne: Lennart Sundwall/SR

Bi mîlyonan alîkarî xwediyê xwe nabîne

Bi mîlyonan alîkariya aboriya ku ji bo dibistanan tê kirin nagihije dibistanên ku herî zêde jêre pewiste. Vê yekê çavdêriyek ku ji aliyê Riksrevisionen, Çavdêrîya karûbarên giştî ve hatiye kirin û rojnameya SVD diweşîne nîşan dide.

Armanca vê alikariya dewletiya aborî ewe ku kaliteya perwerdeyê li dibistanan were bi kalitetir kirin.

Lê ji bo dibistanên ku encamên zanyariyê lê xirab in zêdetir alîkarî nayê dayin.

Sebebên vê jî ya ew nizanin ku alîkariyek bi vî awayî heye, ya daxwazkirin pir tevlîhev û zahmet e yan jî pereyên wan bi xwe tûnene ku beşek ji vê pê fînanse bikin.

Margareta  Åberg ji muhasebeya  Çavdêrîya karûbarên giştî dibêje ev yek wê di navbera dibistanan de cûdahiyê mizintir bike.

Encamek berbiçav ewe ku wê cûdahiya heye hê jî mezintir bike. Yanê ew dibistanên ku başin wê baştir bibin û yên ku xerabin jî xerbatir bibin, ji ber ku mirov ji wan hewldan û alîkariyên tên dayin sûdê wernagre.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".