Kampanyaya bê bioyaniyan Swêd radiweste.

Ji bo biyaniyan kar zahmetir e

Hejmara biyaniyên ku xwedî karin ji yên ku li Swêd ji dayik bûne nizimtir e, ev yek heta ku 10 salan jî li Swêd mabin weha ye.

Vê yekê Buroya Lêkolînê ya Navendî, Statistiska centralbyrån rapor dike.

Di destpêkê de piraniya wan dixweynin, lê kesên dest bi kar dikin zêde dibin. Piştî 10 salan ji sedî 60ê wan dikarin bibin xwedî kar li gor ji 85ê ku li Swêd ji dayik bûne.

Cûdahiyên mezin di navbera komên biyanî de hene. Wek mîsal hemwelatiyên ji Skandînayayê û Yekitiya Ewrûpayê hejmara bidestxistina wan a kar li gor penaberan lio welatekî din li dayik buye gelek bilindtir e.

Lêkolîn li ser biyaniyên ku di navbera salên 1997î û 1999î de hatine Swêd hatiye kirin. Û piraniya wan jî yan penaberin an jî xizmên kesên penaberin ku ji derveyî Yekitiya Ewrûpayê û Skandînavyayê hatine Swêd.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".