BERTIL ERICSON/TT
Anna Kinberg Batra di civîna çapemenîyê ya îro de. Wêne: Bertil Ericson/TT.

Anna Kinberg Batra seroka nû ya M

"Di mesela penaberîyê de helwesta hembêzkar berdewam e"
5:18 min

Partîya Moderatan îro Anna Kinberg Battra bi awayeke fermî weke namzeta serokatîya partîyê Ïlan kir. Lars Ingvar Ljungman, serokê komîteya amadekar ya moderatan, vê biryarê bi civîneke çapemenîyê da zanîn. 

Anna Kinberg Batra dê cihê serokê berê Fredrik Reinfeldt bigire. Reinfeldt ku di hikûmeta hevgirtina bûrjuwa de serokwezîr bû piştî wendakirina hilbijartinên îlonê gotibû ewê xwe ji serokatîya partîya moderat bikşîne.

Anna Kinberg Batra ku seroka grûpa parlamentoyê ya partîya moderat bû ji serî ve favorî bû. Piştî hilbijartinan Kinberg Batra berdevka sîyaseta aborî û fînansê ya moderatan bû.

Ji komîteya amadekarîya komcivînê Lars-Ingvar Ljungberg got Anna Kinberg Batra hema hema ji hemû herêmên Swêdê yên partîyê alîkarî û piştgirî werdigire. Hem rêxistina ciwanan û hem jî ya jinan ya partîyê wê destek dike, her wiha rêvebiriyâ partïyê jî.

Anna Kinberg Batra bi xwe di civîna çapemenîyê de axivî û got, di hilbijartinên dawîyê de em nikarîbûn bersiva daxwazên hilbijêran bidin û ji daxwazên wan sîyasetek biafirînin. Kinberg Batra got bûrjuwayan û moderatan sîyaseteke xurt di cihaneke guherankar de meşandine û di demekê de ku krîza aborîyê li seranserê cîhanê li aborîya gelek welatan daye Swêd bê zerar ji vê krîzê bi xurtayî derketîye. 

Aborîya swêdê xurt e û mezin dibe, lê gelek pirs û pêdivî hene ku em ji wan re nikarin bersivê bidin. Weke mînak em çawa dikarin wan kar û pîşeyên wenda dibin û bardikin welatekî din, di şûna wan de çawa karên nû û nûjen peyda bikin û ji ciwanan re kar peyda bikin. 

Gelo di demekê de ku refah û dewlemendî ewqas li pêş e çima rewşa ruhîyeta ciwanan û jinan ewqas xerab e? Gerek e em ji van pirsan re bersivên baş bibînin û em van pirsan tenê li Stockholmê nabînin, gerek e em berê xwe bidin herêmên din yên welêt. 

Anna Kinberg Batra dibêje me van mehên dawî dît ku ne bes e mirov hikûmetek ava bike, gerek e sîyaseteke baş ya mirov jî hebe ku mirov karibe ser hikum bimîne. Min serê vê sibê destê hevkarîyê dirêjî hikûmeta sosyaldemokra û keskan kir ku em derfetên wisa çê bikin ku hikûmetên hindikayîyê jî karibe welêt rêve bibe.

Partîya moderat  bi rêxistinên xwe yên li çardorên Swêdê seferber bûye ku ji hilbijartinên sala pêş me yên berwext serkeftî derkeve û bi vê munasebetê Anna Kinberg Batra got ew pêşnîyaza serokatîya partîyê qebûl dike.

Anna Kinberg Batra di beşa pirs û bersivan de got sedemê ku ew di hilbijartinën dawî de bi paş ve çûn ew bû ku wan bi Partîya Kesk re sîyseteke gelekî comerd û vekirî ya penaberî û muhacirîyê meşandibûn. Her çendî li gelek şaredarîyan alozî peyda bü jî hikûmetê alîkarî ji bo qebûlkirina penaberan daye şaredarîyan. Anna Kinberg Batra dibêje ew ji wê sîyaseta penaberî û mihacirîyê serbilind e û dê wê xeta hembêzkar ya Fredrik Reinfeldt ya penaberan de berdewam bike.

Zana Schiroyi
zana.schiroyi@sr.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".