Zinar Canpolat, Partiya Cep, Vänsterpartiet, berendam, namzet, YE, Yekîtiya Ewrûpa. Foto:
Zinar Canplat partiyan bi durûtiyê gunehbar dike. Foto: Besir Kavak

Zinar ji partiya xwe hişk xeyidî

"Gotin û emelê partiyan hev nagire"
11 min

Partiya Çep li Växjö hêviyeke mezin bi Zinar Canpolat ve girê dabû. Lê niha Canpolat digel çend hevalên xwe yên kokbiyanî ji partiyê îstifa kiriye. Çima?

Zinar Canpolat di meha gulanê de yek ji namzetên Partiya Çep yê parlemana YE bû û di hevpeyvîneke hingî de bi xîtabeke ku xwe bixe bin bar de rave dikir bê ew ji bo çi ketiye nav sîyasetê de. Lê xîtaba Canpolat îro cuda ye. Wî digel çend hevalên xwe ji partiyê îstifa kiriye û agir ji devê wî dibare. Partiya Çep bi durûtiyê gunehbar dike, rexneyên tûj li sîyaseta femînîzm û pirrengiyê digre. Li ser van rexneyên tund yên Zinar Canpolat seroka partiyê li Växjö Eva Britt Svensson vê bersivê dide:

– Ev çend salin Zinar endamekî partiyê bû. Di kongreya mezin ya partiyê de wî nûnertî kiriye, beşdarî komcivînên me yên salane bûye, di birêvebiriya herêmê de ye û di birêvebiriya Växjö de ye. Lê wî tu caran di nav van salan de ji bo guhertina sîyasetê pêşniyazek neanîye. Eger Zinar îro dibêje teorî û pratîk hev nagire gerekbû wî hêj ew di nav partiyê de behsa vê yekê bikira û hewla guhertineke daba. Lê mixabin Zinar ev îmkan bi kar neanîye.

Nuqteyeke din ya Zinar Canpolat behs dike rênedana kesên bi eslê xwe ne swêdî, bi gotina Canpolan rênedana ”porreşan e”. Derheqê vê rexneyê de jî Eva Britt Svensson dibêje:

– Pêvajoya demokrasiyê ew e ku hevalên mirov dihilbijêrin bê kî wê çi wezîfeyêya sîyasî bistîne û ev ne tiştekî ku partî ji jor ve biryarê dide ye.

Zinar Canpolat ev du sal û nîv bû di nav Partiya Çep de. Di lîsteya hilbijartinên parlemana Yekîtiya Ewrûpa de ew di rêza 19ê û di lîsteya meclîsê de jî li herêma Växjö ew di rêza 2ê de bû. Lê li gor Canpolat partî rê nade kesên bi eslê xwe biyanî ku ew bibine xwedî tecrûbe û di nav sîyasetê de pêş bikevin. Eva Britt Svensson vê rexneyî jî di cî de nabîne.

– Di tarîxa partiya me ya vê herêmê de tu kesî bi qasî Zinar ders, perwerde û alîkarî wernegirtiye. Endamên me normal karekî dilxwazî îdeel dikin, lê di hilbijartinê de ji ber ku Ziinar çalak bû û me pişta xwe pê girê dida wî hin miaş jî wergirt. Rexne li ser çavan lê bi rastî di vê meseleyê de sebeb û bingeheke rexneyê nîne.  

Li ser pirsa ku bê ji bo çi kesên îstifa kirine gişt bi eslê xwe xerîb in Eva Britt Svensson dibêje ev bi xwe tesadufeke û sebeba hevbeş ya van gişan ew e ku wezîfeyên wan dixwestin nestandine.

Canpolat qebûl dike ku yek ji sebebên îstifaya wan wernegirtina  ciyên dixwestin e, lê dibêje pirsên sîyasî jî sebebên bingehîn bûn û radigihîne ku ew ê di pêş de hew dengê xwe bide partiyên çepgir.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".