Anders Borg.
Anders Borg. Wêne: TT

S derbasbûna siyasetmedaran a bazara kar di çav re derbas dike

Sosiyademokrat di pirsa ji derve hiştina ji bazaka kar a siyasetmederarên ji wezifeyên bilind ku yekser derbasî  bazara endustrî û bazirganiyê dibin dudilin, loma niha ji bo di çavre derbaskirina vê yekê rê vedikin.

Herî dereng di havînê de Sosiyaldemokrat û Moderat di derbarê ku ji bo vê pirsê tu qanûnên nû pewistnakin de hemfikir bûn. Lê niha Sosildemokrat ji vê yekê poşmanin. Wezîrê Sivîl Ardalan Shakrabi weaha dibêje:

-Danûstendinên di navbera siyaset û bazara sanayî û tîcaretê de başin. Lê ev yek hinek caran dikare ji bo nakokiya berjewendiyan. Loma jî divê hevsengîyek maqûl di navbera îmkanên siyasetmedarekî ku bikaribe karekî bibîne an jî payina gel a ji vî kesî ku birastî fikiriye û biryarek li gor qanûn daye dema ji siyasetê dikeve na bazara kar de hebe.

Ew dibêje ev yek bi taybet ji bo kesekê wezifedar buye girînge ji ber ku pişt re şupheya ku wezifeya xwe xerab bikaraniye jê neyê kirin dema ji karekî diçe karekî din.

Ev pirs careke din duh ket rojevê dema wezîrê kevin yê aboriyê yê Moderatan ji qada siyasî derbasî rêveberiya şîrketa Kinneviks bu.

Di raporek ku koma pispor a lêkolînan de salek berê hat pêşkêş kirin ji bo wezîr, misteşarê wezaretê û birêvebirên giştî pêşniyara salek ji dervehiştina ji bazara kar hatibû kirin. Ev yek ji bo ku rê li ber nakokiyên berjewendiyê were girtin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".