Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Parsek li kû radizin?

Tiggare sover ute
4:07 min
Tiggare. Foto: Åsa Stöckel/Sveriges Radio
Foto: Åsa Stöckel/Sveriges Radio

Di nava du salên dawî de hejmara parsekên Stockholmê yên ku li derve radizin duqat bûye û rewşa wan berbat e.

Hejmara parsekên di nav dewletên Yekîtiya Ewrûpa de ku li kolanan radizin pir zêde bûye. Digel sermaya zivistanê û jiyana dijwar ya Stockholmê jî her heftî parsekên nû têne bajêr. Jorge Castellon di tîma lêger ya bajarê Stockholmê de cî digre:

– Xelk şitiyar, li keviyên riyan, li peyarêkan radizin. Hin kolanên derdora stasyona navendî (Centralstationen) û bin pirikan tişe ne. Dîmenên şer tînine bîra mirov û li Stockholmê em fêrî vê yekê zêde nebûne.

Belê, Jorge Castellon yê ji tîma lêger (uppsökarteamet) ya Stockholmê dibêje hin kolanên Stockholmê herêmên şer tînine bîra mirov. Lê, sedem ne şer, pevçûn û rûxandin in, nexêr sedem hebûna ewqas kesên bêmal yên ku li kolanan dimînin e. Ekseriyeta van kesan jî ne welatiyên Swêdê lê yên hin dewletên din yên YE nexasim romanî ango qereçiyên Romanya ne. Li gor tîma lêger tenê li wîlayeta Stockholmê hejmara bêmalên li kolanan radizin ser 1500 kesî re ye. Ev tê wê wateyê ku di nava du salên dawî de hejmara wan duqat bûye.

Elena ya 52 salî yek ji wan kesên bêmal e. Ev sê meh in ew li Swêdê ye û bi deh kesên din re bi şevan li parkeke Stockholmê dimînin û radizin. Bi şev li parkê û bi roj li Vasastan li ber deriyê dikaneke xwarinê bi hêviya ku xelk çend qirûşan bavêjiyê ew qotîka xwe dideyne û li ber wê sermayê dimîne. Li Romanya şeş zarok divê werine xwedîkirin û deynekî wê yê 3 000 ewro divê were dayin. Lê rojê bi giştî meblexa ku digihe hev derdorê 40 kronî ye. Piraniya kesên di ber re derbas dibin tu pereyan nadinê. Yên ku didin jî bêhtir xwarinê didin. Elena dibêje xelk herî zêde mûzan didinê û ew yekê ji van pêşkêşî rojnamevana Radyoya Swêdê jî dike.

Jorge Castellon dibêje:

- Tîma lêger li Stockholmê 55 cîyan dizane ku êvaran bêmal lê dihewin. Hinek ji van ciyan erebeyên karawan in, hinek text-mext li hev dane hev, hinek li nav daristanê quncikek çêkirine, hinek li bin piran di nav tulumên razanê de, hinek jî li parkekê yan jî rasterast li kolanekê dimînin. Û yên ku herî zêde tade jî li wan dibe evên li kolanan e. Ji ber ku kolan hem sartir in hem jî xelk bela xwe li wan dide. Ji bo yên li peyarêkên bajêr dimînin em gelekî bifikar in. Gelek meyxane û mirovên serxweş hene, sixêf û heqaretan li wan dikin, heta carinan li wan dixin, tif dikine nav dev û ruyên wan. 

Îcar gelo ji bo vê rewşa xedar sîyasetmedar çi dikin? Berpirsa pirsên civakî li birêvebiriya şaredariya Stockholmê  Åsa Lindhagen dibêje parsekên Stockholmê pirseke ji bo wan pir girîng e û ew di nav hewldanan de ne. Åsa Lindhagen dibêje:

– Bi dewrkirina desthilatdariyê re, di civîna xwe ya ewil de me biryar da ku ciyên razanê yên nû peyda bikin û vê dawiyê me biryara 25 cîyên nû daye. Pirsgirêka sereke feqîrî û xizaniya li Ewrûpa ye û dibêje lazim e bajarê Stockholmê ser bisekine da ku Ewrûpa ji bo van belengazan alîkariyê bide welatê ku ew jê tên.

Herçend Elena heta niha tenê 800 kron li hev kom kiriye jî ew hêvîdar e di sersalê de bikaribe biçe nav zarokên xwe yên li Romanya, çunkî ev der êvaran pir sar e. 

Elena zanîbû ev der sar e, haya wê ji sir û seqema çileyê Stockholmê hebû , lê dibêje tu çareya wê weke din nemabû, loma ew hatiye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".