Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

S bi serê xwe Mp bi serê xwe

Hat weşandin fredag 12 december 2014 kl 13.39
Butçeya berê derbas nabe
(5:18 min)
Stefan Löfven phenel ke Socialdemokraterna djan korkori ando alosaripe. Foto:TT
Stefan Löfven phenel ke Socialdemokraterna djan korkori ando alosaripe. Foto:TT

Serokê Sosyaldemokratan Stefan Löfven duh diyar kir ku ew ê bi serê xwe û bi butçeyeke nû bikevine hilbijartinê.  Lê heftiya derbasbûyî gava Löfven îlana hilbijartina awarte kir ew digel hevserokê Partiya Jîngehê derketibû pêşberî medyayê û tiştek din gotibû.

Heftiya derbasbûyî Stefan Löfven ev daxuyanî dabû:

– Alternatîva me ya butçeyê pir xurt e, giringiyeke taybet dide wekheviya navbera jin û mêran heye, lênerîna pîr û kalan, nexweşxaneyan. Em herwiha baca teqawîdan kêm dikin û hwd. Loma ev budçeya ku em li ser lev hatine xurt e û em dixwazin bi wê herine hilbijartinê jî.

Ev gotinên Stefan Löfven yên heftiya derbasbûyî, di 3ê kanûnê de bûn. Lê duh wî gotina xwe guhert û diyar kir ku butçeya berê êdî derbas nabe:

– Butçeya me pêşkêş kiribû ji aliyê parlemanê ve nehate qebûl kirin, û em nikarin bi heman budçeyê dîsa herine hilbijartinê. Ew butçe êdî derbas nabe. 

Berya hilbijartina îsal, di meha îlonê de Stefan Löfven ragihandibû ku ew Partiya Jîngehê mîna hevkarek ji xwe re dibînin. Û vê payîzê wan tev de hikûmeteke sorekesk ava kirin. Lê di hilbijartinê de wan dengên kafî nestandin û budçeya wan dersbas nebû. 

Îcar di van rojên dawî de ji gelek aliyan ve, bi taybetî ji sîyasetmedarên bilind yên Sosyaldemokrat daxwaz dihatine kirin ku ew xwe bi Partiya Jîngehê ve girê nedin û bêhtir bi serê xwe tevbigerin. Yek ji van serokê sosyaldemokratan yê herêma Skåne Niklas Karlsson e:

– Girîng e mirov ji niha de xwe nexe tu qaliban de. Bi bernameya partiya xwe bi xwe derkeve pêş û bide zanîn bê mirov bi xwe çi dixwaze bike. Piştî ku dengdêran ya xwe gotin mirov dikare şiklekî bibîne.

Duh serokê LO Karl-Petter Thowvaldsson jî gotibû gereke Sosyaldemokrat benê xwe yê bi Partiya Jîngehê re bibire. 

Piştî van daxuyaniyan duh birêvebiriya Sosyaldemokratan li hev civiya. Stefan Löfven daxuyaniya ku ew ê ne bi Partiya Jîngehê re bikevine hilbijartinê piştî civînê da. Lê Löfven got ben bi temamî wê neyêne birîn, neyta wî ew e benda hevkariyê firehtir bike.

Heçî hevserokê Partiya Jîngehê Gustav Fridolîn e ew dibêje ji roja ewil ve ji xwe wan ev yek gotine, lê çapemeniyê mesele dramatîze kiriye û bi şiklekî din daye famkirin.

Gunehê medyayê be yan sîyasetmedaran be bila guhdar biryarê bidin, lê li gor şîrovegeran berya hilbijartina îsal texmîn ew bû ku Partiya Jîngehê dengekî baş bîne, di hilbijartinê de ev serkeftin nehatiye bi dest xistin û loma Sosyaldemokrat xwe neçar dibînin ku bêyî tifaqa bi wan re tev bigerin. 

Serredaktorê Aftonbaldet Anders Lindberg dibêje daxuyaniyên cuda dikare sergêjiyê derxîne, lê baştir e ev sergêjî niha be û ne di hilbijartinê de be. 

– Daxuyaniya heftiya derbasbûyî û ragihandina ku herdu partî tevde dikevine hilbijartinê bi min ecêb hatibû. Ji ber ku budçeya behsa wê dihate kirin ji xwe derbas nebûbû. Bi min ji dêla qalibên hevkariyê baştir e ku çepgir bi sîyaseta xwe û rastgir bi sîyaseta xwe derkevine pêş, loma bi min biryara ku Sosyaldemokrat bi serê xwe biçine hilbijartinê erênî ye û di cîyê xwe de ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".