Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Bahoza Alexenader xwe gîhand Swêdê

Hat weşandin fredag 12 december 2014 kl 10.58
 Bahoza Alexander, Sven Carl-Henrik Hägg Berpirsiyarê produksiyonê li Hallands Hammar. Wêne: Henrik Martinell/Radyoya Swêdê û Johan Nilsson/TT
Bahoza Alexander, Sven Carl-Henrik Hägg Berpirsiyarê produksiyonê li Hallands Hammar. Wêne: Henrik Martinell/Radiyoya Swêdê û Johan Nilsson/TT

Îro, roja înê  zextek nizim li ser başûrê swêdê re ku bi xwe re jî bayekî xurt tîne. Ji bo peravên rojava jî wê li hinek ciyan bahoz  were.

Bahoza îcar navê wê Alexander e û wê zutir xwe bigihîne swêd li gor pêşbëniya ku berê hatibû kirin.

Li ser vê niha di dereceya d2 de hişyarï li gel hatiye kirin.

Hişyariya bahozê ji bo hemû Skåne lê Österlen ne tê de, Gotland, Öland û Herêmên başûrê Halland û rojavayê Kroberg.

Lê tê payîn ku ev zexta nizim berê xwe bide ber bi başûr jî ku ev yek nedihat payîn.

SJ jî xeta trêneê ya nav bajaran jî li ser malpera xwe agahî dide ku wê hewaya xerab tersîrê li trafîka trênê bike bi taybet jî li Småland û skåneyê û Peravên Rojava.

Hinek xetên trênê wê werin girtin û vebin, hinek xet jî wê bi suretek kêmtir biçin.

Rêwiyên ku bilêt bilêt kirînejî dikarin bilêtên xwe biguherin an jî bi paşde vegerînin.

Xizmeta rizgariyê, îtfaye jî bang li xelkê başûrê welêt dike ku alavên sivik jî li derve nehêlin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".