Anna Kinberg BatraWêne: BERTIL ERICSON / TT
Anna Kinberg Batra Wêne: BERTIL ERICSON / TT

Sê ji yekê Moderatan duxwazin bi DS re havkarî bikin

Pirsa hevkariya Moderatan a bi Demokratên Swêdê re ya di şaredarî û li Meclîsên Wîlayetan dibe sebeba perçebûnê ya partiyê.

Di lêkolînek ku SVT, televîzyona Swêdê kiriye de ji sedî 36.6, yanê ji 3an yekê wan duxwazin ku derfeta hevkariya bi Demokratên Swêdê re hebe herçend xeta partiyê bi temamî helwesta û biryara ne hevkariyê li hember Demokratên swêdê girtiye jî.

Arne Lernhagê Moderat û serokê endamê Rêveberiya şaredariya Öckerö ji SVT re weha dibêje:

- Ez tu partiyan ji derve nahêlim. Eger mirov bi rêya demokrasiyê hatiye hilbijartin wê demê divê mirov bikaribe bi hemû partiyan re guftogoyan bike bi Demokratên Swêdêre jî.

Lê piraniya ku bersiva lêkolînê dane yanê sedî 63.4 yê Moderatan jî birya ku partiyê di sala 2008 an a ku rê li ber hevkariya bi Demokretên Swêdê re girt baş dibînin.

Anna-Kinberg Batra, Namzeta Serokatiyê di derbarê biryarê weha dibêje:

- Sebeba ku em hevkarî bi demokratên Swêdê re nakin tiştekî siyasi ye.Di manifestoya wan a hilbijartinê de tê gotin ku mînak, divê dewlet siyaseta enegrasyonê nemeşîne. Em divê li ser sîstemek ku him dikare proseya penaberiyê biparêze û him jî biyaniyên ku li vir bi cîh bûne derfetên entegrekirina wan biafirinin kar bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".