Bahoza Alexander
Wêne: TT

Xwe ji bo tofanê amade bikin

Pêwiste her malek xwe li hember tofana Alexander amade bike û biparêze.

Tiştekî baş ewe ku qutiyeke qirîzê ya bi tiştên girîng yên herî pêwist dagirtî were amadekirin  û otomobîla xwe bi tiştên ku di dema qirîzande dikarin pêwist bin jî tije bikin.

QUTIYA QIRÎZÊ.

Divê di çenteyê alîkariya yekamîn de, elektrîka destan, pîl, mûm, ocaxê îspirto, kibrît, bîdonê avê, radio, konservêyên xwarinê û hinek pere hebin.

OTOMOBÎL.

Divê di otomobîle de ev hebin:

Şirîta otomobîl kişandinê, elektrîka destan a bi pîlan, betanî, qutiyek alîkariya yekemîn, şûşeyên avê, hinek xwarin (wek piskuwît) bêra berfê, birrek û bivir.

MOBÎL.

Di mobîla xwe de grûbeke malbatî ya  ICM-In Case of Emergency - (Buyerek Acîl) çêbike, yan di nav lîsteya têkiliyên xwe de an jî di ciyekê din ê taybet de.

Berpirsiyariya hemû kesan û malan jî heye ku xwe li hember tofan, rabûna lehî û buyerên dinên ku dikarin biqewimin ku xwe ji berê de amade bikin û biparêzin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".