Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

SD û DS li herî pêşin

Hat weşandin onsdag 17 december 2014 kl 10.26
Wêne: Jessica Gow
Wêne: Jessica Gow

Sosyaldemokrat û Demokratên Swêdê li gor lêkolîna, Novus a TV4 ya pîvana hilbijêran de li herî pêşin.

Sosyaldemokrat bi ji sedî 3,4 li pîvana meha derbasbuyî pêşketine û bi giştî ji sedî 32,0 dengê hilbijêran digrin. Demokratên Swêdê ji vê jî zêdetir bûne, ew bi ji sedî 3,7 bilind bûne û pişgiriya wan jî buye ji sedî 16,0.

Ev hejmarana ji aliyê istatîstêkeve jî tên piştraskirin.

Piştgiriya ji bo partiyên din paşde ketiye lê ev yek ji aliyê lêkolînan ve nehatiye piştrastkirin.

                                       

Partiya Jîngeh bi ji sedî 1,9 û 1,1 jî Însiyatifa Femînistî paşde ketine.

Helwesta Demokratên Swêdêya li hember butçeya hat pêşkêşkirin de li gor Jenny Madestam siyasetzan li Zanîngeha Stockholmê hatiye hezkirin.

Ew dibêje, xuyaye hilbijêran nêzîkbûna Demokratên Swêdê ya ji bo pirsa butçeyê di cîh de ditîne. Belkî jî ev yeke ku me berê jî texmîn dikir ku komek hilbijêrên Demokratên Swêdê piştgirî dikin ji bo ku dibînin DS di pirsên serekeyên partiyê ku penaberî û siyaseta penaberane de li hevkirî û bi helwest in.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".