Polisen
Wêneya lêpirsînê ji mala Mirijam û Lars.

Qeyda polês jinê ji mirinê xelas nekir

"Hemkarek me kêr li jina xwe daye"
3:37 min

Rîska ku jina bi navê Mirijam ji alîyê zilamê xwe Lars ve were kuştin di wê qeyda jinan ya polês de ya duh aşkere bûbû weke "nizim" hatibû nirxandin. Lê Mirijam ji alîyê zilamê xwe Lars ve hat kuştin.

Lars bi xwe polês bû û li wê navenda polês ya ku qeyda jinan ya nehênî lê hatibû saz kirin ji pirsên etîkê û wekhevîya jin û mêran berpirsîyar bû.

Çend meh berya were kuştin jin,. Mirijam, gilîyê Lars kiribû û gotibû zilamê wê li malê lê da ye. Sala 2004’an Lars ji ber lêdana Mirijan ji kar hat avêtin.

Lê tevî vê yekê jî di qeyda nehênî ya jinên mexdûr de rîska ku Mirijam careke din bibe hedefa şîdetê weke ”nizimtirî nizim” hatibû nirxandin.

Zilamek bi navê Sten ku dostê Lars û Mirijamê bû fam nake polês çawa dikare binirxîne ku metirsî gelekî nizim bû û dibêje hemû îşaretên ku rewş xerab bû li ber çav bûn.

ILL

Piştî gilîyê lêdanê ya polês bang li Lars kir ku were îfade bide. Lê Lars neçû dayîna îfadeyê û şeş meh paşê polêsek agahîya ku Lars kêr li jina xwe Mirijam da ye ji navenda polês re ragihand û got ”hemkarek me yê berê bi telefonê li min gerîya û got min kêr li jina xwe daye, wî berê li cem me kar dikir û gelek pirsgirêkên wî hebûn” dibêje polês.

ILL 2

Şefê Grûpa qûrbanîyên tewankarîyan li daîreya polêsê Södertörn Lars Lehman ku bi xwe di vê nirxandinê de cîh negirtîye dibêje ew nikare fam bike ka çawa metirsî û rîska herî nizim ji bo vê jinê hat danîn.

ILL 3

Bi ya Lars Lehman gerek bû ku lêpirsîna vê mijarê ji alîyê polêsên ku ne bi hemkarê wan re kar kirîbû bihata meşandin. Gerek e polêsên wî nas nedikirin vê meselë rêve bibira, bi ya Lars Lehman.

Ji hêla din ve rexne û nerazîbûnên ji rêxistinên parastina mafên jinan û pisporên akademîsyen yên di warê qeyda jinên mexdûr ya ku polês saz kirîye de her berdewam e.

Di wê qeyda ku navenda nûçeyên radyoyê Ekot duh hebûna wê aşkere kir de tabîrên gelekî taadayî ji bo jinan tê gotin, û li wir her weha di warê netewe, ol û nexweşîyên jinan de jî agahî têne dayîn.

Rexnegir fam nakin çima polês pêwîst dîtîye ku ne tewankaran lê mexdûran qeyd û jûrnal bike. Metirsîya rêxistinên jinan ew e ku dê pêbawerîya bi polês re xerab bibe û jin newêribin gilîyê şîdetê bikin.

Lê midûrê polês yê Stockholmê Mats Löving qebûl dike ku gelek çewtîyên vê qeyîtkirinê hene lê nîyeta destpêkê parastina jinên mexdûr bû û ev nîyetek baş bû. Wan ev qeyd bi lêkolînerên akademîsyen re bi hev re amade kirine.

Lê rexnegir dibêjin ev qeyîtkirin encama nêrîneke kevneperest di warê jinan de ye ku li cem polês hakim e. Lê Mats Löving dibêje ev rexne nîn e, qeşmerî ye.

ILL 4 -  Trams

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".