Gelek kes bê teqawitiya xizmetê ne

karmêndên li Swêd bê teqwitiya xizmetêne dema ew ji kar derdikevin û rîska ku pereyê teqawitiya wan a xizmetê gelek kêm be heye.

Li gor rêxistina Företagarna, ji nîv mîljonî zêdetir xelk li swêd di şîrketên Swêdiyan de bêyî peymanên kolektîv kar dikin.

Û pir caran kardêr girîngiyê nadin ku pereyê teqawitita xizmetê bidin. Ev yek piranî li şîrketên bicîk heye ji ber li gor wan ev yek buhaye û peymana kolektïv jî hevlîhev e.

Monîca Petersson, pispora teqawitiya li, Pensionmyndigheten- Daîreya fermî ya Teqawitiyê dibêje ev yek piranî ji bo ciwanan derbas dibe ji ber ku ew di bazarên ku peymana kolektîv tune de kar dikin.

 Ew dibêje , herî zêde ciyên ku ciwan lê kar dikin, li wan ciyên kar pir caran peymana kolektîv tune. Loma jî li wir hertim mafê teqawitiya xizmetê jî nîne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".