Wêne: Stig-Åke Jönsson / TTPolice investigate the scene of the bombings. Photo: Stig-Åke Jönsson / TT
Wêne: Stig-Åke Jönsson / TT

Gelek buyerên teqînê li derdora Swêdê

Kesên li Märsta li derveyî Stockholmê dijîn duh bi şev bi dengê bi dengê teqîneke li parqeke li derveve hişyar bûn.

Li gor polîsên Stockholmê kesek ji buyerê birîndar nebûye, lê li ser bêqanûnî tevgerîn,  zerar dayîna mal û milkê gel û xeteriyet çêkirin de lêkolîn tê kirin.

Li Malmöyê li herêma Rosengårdê jî di dawîya vê hefteyê de çend teqînan rû da. Şeva şemiyê bi teqîna otomobîlekê li Thomsons seat sê û nîvê sibê destpêkir.

Di navberê de nîv seat derbas nebû teqînek din li lokala ofisekê ku li Ramels väg e rû da.

Polîs şik dikin ku ev teqînana di encama nakokiyeke di navbera xwediyê xnanî û kirêgirêyan de rûdane.

Andreas Konstantinidis, endamê Sosyaldemokrat û serokê herêma rojhilatê Malmö ye, ew dibêje: Ev yek gelek nexweş e.  Me çend mehên aram li vê herêmê derbas kirin, me gelek hewl daye ku rê li ber kirina tawana bigrin ku jiyanê j bo mirovan xweş bikin û niha jî ev yek rû dide. Ev qet baş nîne.))

Roja yekşemê jî tiştekî bi şuphe li Johannevhov, Stockholmê jî hat ditîn.

Kesekî bi otomobêlekêve tiştê ku pêdikve û vêdisê dît ku bi qabloyên rengîn û bantê hatibiye çêkirin dît.

Grûba pispor a bombeyan  çû ciyê buyê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".