Wêne: Drago Prvulovic och Fredrik Sandberg
Wêne: Drago Prvulovic och Fredrik Sandberg

Neh zarokên penaber di heman malê de

Şaredariya Lundê bi giştî 16 zarokên penaberên bi tenê hatine Swêd dane heman malbatê û 9ê wan di heman demê de li heman malê de mane.

Ciyên mayinê ji aliyê şîrketekê ve ku ji bo şaredarî xizmeta lênêrînê û mal peydekirinê dide hatin ditîn. Û dema zrok zêde bûn ew neçar man ku karmendên nû bigrin kar ji bo ku bikaribin ji heq rewşê werin der.

Diyar bû ku destûra ciyên mayina zarokan tunebûye dema karmend girtine kar,  destûra girtina karmendan jî nebuye bi ser de malbata ku li zarokan dinêrin jî destûra wan a nobedariyê jî tuebuye.

Havînê gilî li xwediyê şîrketa mal peydekirin hatibû kirin. Niha jî IVO, Inspektionen för Vård och Boende, Çavdêriya Lênêrînê û Malan Rêveberiya Daîreya Xizmeta Kar û Barên Civakî ya li Lund rexne dike ku li gor qanûnên heyî kar nekiriye.

Çavdêriya Lênêrînê û Malan di biryara dayî de dinivîsîne ku ” ev yek kêmasiyek gelek cidîye ku divê were rexnekirin” vê yekê rojnameya Sydsvenskan dinivîse.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".