Wêne: Henrik Montgomery/TT.
Wêne: Henrik Montgomery/TT.

Demokratên Swêdê li Löfven gilî dikin

Demokratên Swêdê biryar dane ku li serokwezîrê Swêdê Stefan Löfven ji ber pênebawerbûna di hilbijartinê de gilî bikin.

Lê wê tu wateya gilîyê pênebawerbûnê tunebe ji ber ku her çar partiyên birjûva biryar dane ku dengê xwe li hember vê biryarê nedin.

Çend deqîqe piştî ku di navbera partiyên hukumetê Sosiyaldemokrat, partiya Jîngeh û Alîansê de lihevhatinek çêbû û çek di destê Demokratên Swêdê de hat badan û jê hat girtin, serokî demî yê Demokratên Swêdê Mattias Karlsson eşkere kir ku wê li Stefan Löfven giliyê nepêbawerbûnê bikin.

Û hêvî dikir ku Alians jî piştgiriya wî bike.

Lê Aliansê, ango hevgirtina burjûva biryar dane ku tiştekî weha nekin.

Serokê demî yê Demokratên Swêdê Mattias Karlsson bawer dike ev şeş partiyên ku li pişt biryara ”lihevhatina çileya pêşînin” prensîbên demokrasiye binpê dikin.

Li gor wî partiyên Aliansê niha ji xeta xwe ya siyasî û ku opoziyonin vedigşin

Li gor wî tenê Demokratên Swêdê partiya opzîsyonê ye. Ew dibêje ev yek jî dê ji bo me baş be.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".