Beşek mezin a dadgeha Gotlandê ya destdirêjiya li ser înternetê ya 40 keçikan di tememê bicûk de li pişt deriyê klîtkirî hat birêvebirin. Wêne: Jonas Neuman/Radyoya Swêdê
Beşek mezin a dadgeha Gotlandê ya destdirêjiya li ser înternetê ya 40 keçikan di tememê bicûk de li pişt deriyê klîtkirî hat birêvebirin. Wêne: Jonas Neuman/Radyoya Swêdê

Cezayê zindanê ji bo xapandina keçikan

Li du mêran ji ber destdirêjiya cinsî ya li ser înternetê ya bi rêya belavkirina wêneyên 40 keçan ên rût cezayê zindê hat brîn.

Dadgeha destpêkê ya Gotlandê 5 sal cezayê girtîgehê li yek ji mêran ku 700 tawan li hember keçikan kirine brî. Li yê din jî ji ber 150 tawanan 2 sal û 9 mehan cezayê girtîgehê brî.

Herdu mêran keçik xapandin ku ew ciwnanin ji bo ku ew xwe li ber kameraya înternetê rût bikin û di hinek wêne û dîmenande jî bi xwe destbajêvin xwe.

Yek ji keçikan temenê wê tenê10 e.

Derûnîya  piraniya keçikên qurbanî ne baş e û hinekan ji wan fikir li xwe kuştinê jî kirine.

Vê yekê bernameya nûçeyî ya Radyoya Swêdê Ekot rapor dike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".