Wêne: Photo: ADAM IHSE / TT
Wêne: Photo: ADAM IHSE / TT

Polîs dîsa gulle berda kesekî

di dema ku polȋs xwest mudaxeleyȋ şerekȋ bike de hat kuştin. Buyerê li Ulricehamn rûda.

Dema polȋs tê ciyê buyerê di pencereyê de dibȋnin di wê malê de şer heye. Mêrik bi kêrê êrêşȋ jinekê dike.

Polȋs mudaxeleyȋ buyerê dike, berê cop bikar tȋne lê bê fêde dibe. Polȋs jȋ li ser bingeha mafê xwe parastina jinikê gulle bi nêta lêdana mêrik davêje.

Mêrik brȋndar dibe ȗ pişt re li nexweşxaneyê seat di 23an de ji ber derbeya xwarî  jiyana xwe ji dest dide.

Jinika brîndar jî li nexweşxaneyê ji ber brînên xwe tê derman kirin, rewşa wê giran ne lê metirsiya mirinê nîne. Vê yekê Polîs Magnus Söderqvist li Borås ji P4 re dibêje.

Wekîn jî ew dibêje, ji bo polîs kengê û çawa çeka xwe bikar bîne qanûn hene, yek ji wan ewe ku polîs dikare mafê xwe parastina kesekî ji dest bigre ji bo ku wî bikaribe biparêze.

Polîs naxwaze di derbarê têkiliya jin û mêrên ku şer kirin çi bûye de an jî ku ew berê ji aliyê wan ve tên naskirin an na de tiştekî bibêjin.

Di van salên dawȋ de kuştina ji aliyê polȋsan ve zêde buye. Berê encax salê kesek ji aliyê polȋsan ve dihat kuştin ev yek niha salê gihiştiye 4 kesȋ.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".