Nivîskar Siraç Kekuyon (Bilgin): "Newroza kurd gelî ye, ne ya desthilatdaran e". Foto: Beşîr Kavak
Nivîskar Siraç Kekuyon (Bilgin): "Newroza kurd gelî ye, ne ya desthilatdaran e". Foto: Beşîr Kavak

Dr. Siraç Bilgin çû ser dilovaniya xwe

Siraç Kekuyon Bilgin do êvarê çû ser dilovaniya xwe.

Demek dirêj bû ku ew nexweş bû, vê hefteya dawî jî ew li beşa lênêrîna ya întensîvê dihat derman kirin.

Siraç Bilgin Kekuyon bi xebat û nivîsên xwe yên li ser çand, dîrok û mîtoljiya kurd û bernameyên televîzyonî tê naskirin. Berhemên xwe li ser malperek şexsî belav dikir ku pişt re ev li tirkiyê hat qedexe kirin.

Beşîr kavak, ji beşa kurdî ya Radyoya Swêdê di newroza 2013an de hevpeyvînek bi Siraç Kekuyon re çêkir. Bi rêya vê lînkê hûn dikarin careke din lê guhdari bikin.

http://sverigesradio.se/sida/artikel.aspx?programid=2200&artikel=5481428

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".