Pira Öresund
Wêne: Karolin Johansson/Radyoya Swêdê

Danîmarka duxwaze ku Öresund weke Copenhagen were naskirin

duxwazin ku herêma Öresund a beşa li ser swêdê ye jî di bin navê Copenhagen de were naskrin.

Hevkariya Öresund pêşbîniyek bi fêde ya aborîya herdû welatan a siyasî ye ku dê nêzîkî 3, 8 mîlyon kes bikaribin li vê herêmê bi cîh bibin, kar bikin û li herdû aliyên welatan wekî ku tu sînor tunebin bijîn.

Herroj bi hezaran kes bi ser vê herêmê re diçin û tên kar û dibistanan. Û niha siyasetmedarên danîmarkî îdîa dikin ku navêkî nû ji herêmê re pêwiste ku pê were naskirin ku zêdetir enternasyonalî be. Pêşniyara wan jî navê Copenhagenê ye ew

 dibêjin ji aliyê enternasyonalî de naskiriye û baş cîh digre.

Lê gelek siyasetmedarên ji Skåne dudilin.  Û sebeb jî têkiliya wan a bi peytaxta wan a bixwe, Stockholmê ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".