BERTIL ERICSON/TT
Anna Kinberg Batra di civîna çapemenîyê. Wêne: Bertil Ericson/TT.

Kinnberg – Batra sibê dibe Serokê Moderatan

Sibê di kombûnek awerteya Moderatan de dêAnna Kinberg Batra fermî  weke seroka partiya Moderatan were hilbijartin.

Di heman demê de jî gelek deng li hember li hevhatina ku Aliansê bi hukumetê re kiriye ku navê wê lihevhatina çileya pêşîn lê hatiye kirin jî blind dibin.

Bernameya radyoya Swêdê Ekot bi gelek siyasetmedarên, lokalî,  herêmî û yên giştî re hevditîn pêk aniye û piraniya wan jî piştgirîya lihevhatina bi hukumetê re dikin.

Lê gelek kes jî di nava partiyê de lihevhatina bi hukumetê re rexne dikin û dibêjin ku ev çareyek erzan bû ji bo ku partî û hukumet xwe ji rewşek klîtkiriya di parlamentoyê de rizgar bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".