Logoya demokratên Swêdê. Wêne/grafik: Nick Näslund/Sveriges Radio
Wêne/montage: Nick Näslund/Sveriges Radio

Herî zêde DS dev ji erka xweya siyasî berdide

Piştî hilbijartina îlonê ji 400 zêdetir siyasetmedaran dev ji erka xwe ya siyasî ya di asta şaredarî, meclîsên wîlayetan û parlamentoyê de berdane. Ji van 112 kes ji partiya Demokratên swêdê ne.

Van hejamara Daîreya Fermî ya Hilbijartinê nîşan dide.

Hinek ji wan kesan bêyî ku haya wan jê hebe ku ew di lîsteya hilbijartinê de cih digrin hatine hilbijartinin, hinekên din kesên ku navê wan li lîsteyê de li herî jêr hatiye nivîsandin û amade nebûne ku werin hilbijartin û bawer nedikirin ku Demokratên Swêdê di hilbijartinê de ewqas encamek baş bigrin ku di encamê de di Meclîsên şaredariyan de bibin xwedî kursî. Hinekan jî birastî fêm nekiribûn wek siyasetmedar karkrin tê ci wateyê.

Heman pirsgirêk berê bi serê partiya Jîngeh û Çep de jî hatiye dema ku bi yek carê di hilbijartinên berê de gelek deng girtine.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".