Wêne: TT
Wêne: TT

Misilman nivîsa li ser êrîşa parîsê de şermezar dikin

Li ser malpera hamlstadmoske.se ku ji aliyê Islamiska Barn och Kulturföreningen i Halmstad, Zarokên Misliman û Komeleya çandî ya halmstadê ve tê birêvebirin hatibû nivîsnadin ku êrişa terorîstî ya ku li parisê rû daye derew e.

Malperê piştî reaksiyonan bi nivîsek din şîroveyek belavkir ku ev yek tenê lêkolînek civakî bû ye di derbarê ceribandina sînorên azadiya fikir û ramanê de.

Halmstadmoske.se êvara duşemê hemû nivîsa di vê derbarê de ji ser malpera xwe rakir, lê ev yek nikare heta niha mirov çi nivîsiye û belav kiriye paşde bigre dibêje Ziad Kasiani  yek ji kesên ku diçe mizgeftê ye.

- Wan xwestin paşde gav biavêjn lê nizanibûn çawa paşde gav biavêjin. Û eger ev ceribandineke, wê demê hilbijartina vê demê xelet e. Divê mirov zêdetir xwedî zanyarîbe berê ku mirov îdiaya ceribandinek lêkolîna civakî dike. Ji bo mizgeftê wezîfeye ku niha malperê careke din veke, êrîşê şermezar bike û di pêşerojê de baştir kontrol bike û nîşan bidin ew berpirsiyariya xwe li ser malperê çi diweşînin digrin. Nivîsek yek mirovekî nabe bibe sebeb ku ewqas mirov bi ber kevin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".