Veronica Maggio på väg upp på scenen för att ta emot P3 Guld-priset. Klädd i svart, pillar med fingrarna i håret. Foto: Björn Larsson Rosvall/TT
Veronica Maggio mîkfrofona zêrîn wergirt. Foto: Björn Larsson Rosvall/TT

Serkeftvanên P3 Guld jin in

Şemiya derbasbûyî kanala Radyoya Swêdê ya muzîkê galaya salê ya bi navê P3 Guld li salona Scandinavium li Göteborg li dar xist. Di neh kategoriyan de xelat hatine belav kirin û tenê yek ji xelatgiran zilam bûn, yên din tev jin bûn.

Xelata bi navê mîkrofona zêrîn çû ji Veronica Maggio re, First Aid Kit mîna grûpa herî baş ya salê xelat stand û hunermend Timbuktu weke hunermendê salê hate hilbijartin.

Artîsta rapê Linda Pira hem xelata ji bo strana herî baş hem jî xelata hiphopiya salê stand. Nûhatiya salê bû Tove Lo.

-----------

Lîsteya xelatgirên P3 Guld yên 2015ê

Artîstê salê: Timbuktu
Grûpa salê: First Aid Kit
Nûhatiya salê: Tove Lo
Mîkrofona zêrîn: Veronica Maggio
Dansa salê: La Fleur
hiphop/souls salê: Linda Pira
Popa salê: Beatrice Eli
Rock/metala salê: Crucified Barbara
Strana salê: "Knäpper mina fingrar (Remix)" - Linda Pira

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".