Шведские и финские полицейские вместе
Foto: Nils Eklund/Sveriges Radio.

Polîsê swêdî û fînlandî hevkariyê dikin

Polîsê swêdî û fînlandî dest bi hevkariyekê dikin. Qanûn têne guhertin da ku polîsê herêmên bakur yên navbera Swêd û Fînlandiya bikaribin tixûbê xwe yê hevbeş yê 40 mîlî dirêj baştir biparêzin.

Hevkarî tê wateya ku polîsên herdu welatan tev de dewriye bigerin, polîsê fînlendî bikaribe derbasî Swêdê bibe û berevajî yê swêdî bikaribe derbasî Fînlanda bibe.

Tê payîn ku hevkarî di payîzê de dest pê bike û ji bo vêya niha 150 polîs perwerdeya wek nimûnê zimên û qanûnê dibîne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".