ensamkommande barn
Foto: Drago Prulvic och Fredrik Sandberg

Hejmara zarokên bi serê xwe tên duqat bûye

Dihate texmîn kirin ku di 2015ê de 8 000 zarok bêyî dêûbavên xwe, bi tena serê xwe werine Swêdê, lê di van du heftiyên destpêka meha yekem de 300 zarok hatine. Ev tê wê wateyê ku li gor par vî çaxî hejmara zarokên bi tena serê xwe hatine Swêdê duqat bûye.

Zarok normal ji demsalên zivistan û biharê bêhtir di payîzê de têne Swêdê. Lê bilindbûna rêjeya van du heftiyên destpêkê nîşan dide ku di 2015ê de ji texmînan bêhtir zarok dê werin.

Ronny Magnusson li Daîreya Koçê (Migrationsverket) pisporê wergirtina zarokên bi serê xwe têne ye.

--Ji reforma zarokên bi tena serê xwe tên ya sala 2006ê ve hejmara zarokên tên sal bi sal zêdetir dibe. Xuya ye îsal jî ev bilindbûn wê dewam bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".