Sjuksköterska. Foto: Bertil Ericson/Scanpix.
Ji ber ku têr hemşîre nînin nexweş bêhtir dimirin.. Foto: Bertil Ericson/Scanpix.

Hemşîreyên pispor kêm in

Eger ciyên lênerîna întensîv (intensivvård) vekirî bana rêjeya organên têne bexşkirin wê duqat baya û bêhtir nexweş ji mirinê filitîbana. Bi vê re jî dorên bendemana nexweşxaneyan dê kintir bûbana. Ev îdiaya çavdêrê hikûmetê yê bexşandina organan Anders Mîlton e û Yekîtiya Lênerînê (Vårdförbundet) jî di heman fikrî de ye.

Lê ji bo ku ciyên lênerîna întensiv werine vekirin hemşîreyên taybet pêwist in û di rewşa îro de ewqas hemşîre nînin ku mirov bikaribe van ciyan veke.

Statîstîk nîşan dide ku heftiyê kesek ji ber nebûna organan jiyana xwe ji dest dide.

Yanî mirov dikare bêje ji ber ku hemşîreyên pispor kêm in cîyên lênerîna întensîv venabin, gava ev cî venabin têr organ peyde nabin û ji ber bêorganiyê hem bêhtir nexweş dimrin hem jî mudeta dorê li nexweşxaneyan zêdetir dibe.

Mebesta me bi lênerîna întensîv ewa ku bi tirkî jê re dibêjin ”yogun bakim” e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".