Sture Bergwall Foto: Sigrid Flensburg/Sveriges Radio
Sture Bergwall Foto: Sigrid Flensburg/Sveriges Radio

Dozgerê Quick kitêbeke nû çap kir

Dozgerê Sture Bergwall ku bêhtir weke Thomas Quick tê naskirin Christer Van der Kwast kitêbek bi navê ”Dûrî dudiliyê – Thomas Quick û dadwerî” nivîsandiye. Dozger pêvajoya beraatkirina komkujê berê mehkûm dike.

Christer van der Kwast dibêje dozgerên ku Quick beraat kirin nikarîne xwe li hember zexta çapemenî û rojnamevanan li ser pîyan bihêlin.

Bi taybetî bi belgefîlma Hannes Råstam re ku tê de Sture Bergwall îtirafên xwe paşde vekişandin çapemenî pir li ser doza Bergwall sekinîbû.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".