Tiggare. Foto: Oskar Kullander / TT
Foto: Oskar Kullander / TT

Ronneby parsekan dike firoşer

Bajarê Ronneby lêdigere ji penaberên YE ku têne Swêdê û parsektiyê dikin re kar peyda bike. Di şûna destvekirin û parsekiyê de ew ê hewl bidin bişkokan bifiroşin. Vê agahiyê kanala SVT ya Blekinge belav dike.

Armanca vê projeya bi navê ”Ne parsek” ew e ku ev kesên ku ji welatên YE yên mîna Romanya û Bulgarîstanê tên, nêzîktirî bazara karî bibin.

Xwediyê vê projeyê rêxistina bi navê ”Nödhjälpen i Ronneby” e. Penaber yeka bişkokan bi 20 kronan difiroşe û hatin  wê bi nîvî be, deh kron ji xwediyê projeyê û deh kron ji firoşger re biçe. Li gor çapemeniya herêmî proje serkeftî ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".