Sendîka ji bo wekhevkirina miêş dicivin

Îro hemû serokên sendîkayên Swêdê li hev dicivin da ku li riyên wekhevkirina miaş bigerin. Sendîkayên ku gelek jin endamên wan e ji berê bêhtir li ser pirsa miêş radiwestin. Lewra di hevdîtina îro ya serokên LO, TCO û Saco de mijara sereke di rojeva wan de ev pirse.

Annelie Nordström seroka sendîkaya Kommunal e ku wek nimûne hemşîre endamên wê ne. Ew dibêje miaşê karên ku jin dikin ji yê mêran kêmtir e û dixwaze ev diyarde were guhertin:

Annelie Nordström dibêje

– Di navbera miaşê karkerek nexweşxaneyê û tamîrxaneyê de mehê 2800 kron ferq heye. Gereke em lezê bikin da ku em vê navberê bi çend qonaxan jî be qepat bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".