Isis i Syrien. Foto: AP Photo / militant website, File / TT.
Isis i Syrien. Foto: AP Photo / militant website, File / TT.

Federasyona somalî wê karibe ciwanên xwe bisekinîne?

Federasyona somalî ji bo ku li hemberî ekstremîzm, tundûtûjiyê xebatê bike zêdetir ji du mîlyon kron alîkarî wergirtiye. Pere wê li projeyeke berfireh ya seranserê Swêdê were bi kar anîn da ku ciwanên dixwazin tevî rêxistinên mîna Daişê dibin werine astengkirin.

Serokê federasyonê Abdinur Isse dibêje ew  vê alîkariyê li perwerde û konferansan xerc bikin:

– Tu garantiya ku em bi ser bikevin nîne, lê fikrê me ew e em xwe bigihînin ciwanan, peyamekê bidine wan û bi wan re têkiliyekê deynin. 

Koordînatora  neteweyî ya hikûmetê Mona Sahlin gelekî kêfxweş e ku ev alîkarî bi taybetî çûye ji federasyona somalî re.

– Ev demeke ji bo pêşlêgirtina ekstremîzm û zêdegaviyan ew di nav hewldanan de ne, alîkariyê didine malbat û civatên xwe. Ez hêvîdar im bi vê alîkariyê ew bikaribin xwe bigihînin bêhtir ciwanan berya ku xêrnexwazan ew zemt kiribin.

Heta niha hejmarek kesên eslê xwe somalî ku ji Swêdê çûne û gihane Daişê hatine kuştin.

Pere ji aliyê weqfa mîra bêxweyî ya bi navê ”Allmänna arvsfonden” tê dayin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".