Bild på Fadime Sahindal.  Wêne: Janerik Henriksson / SCANPIX.

Fadîme Shahîndal berê 13 salan hat kuștin

Fadîme amdebû bimre
6:46 min

Fadîme Shahîndal berê 13 salan wek roja îro ji aliyê bave xwe, Rahmî Shahîndal ve hat kuștin. Wê demê Fadîme 23 salî bû û bibû qurbana kuștina namûsê.  

Li bavê wê cezayê zindanê yê muebbetê yê bê dem hat birîn û ew niha di girtîgehê de ye. Îro bi taybet li Uppsala û gelek bajarên din merasimên bîranînê tên li darxistin.

Bi rasthatina vê roj re bi rêya hevpeyvînekê civaknas Devîn Rexvid dibêje ji bo ku Fadîme azad bijî amade bimre. Û ew wekî din jî di nav van 13 salan de di warê kuștin û șîdeta ji ber namûsê çi hatiye guhertin dike.  Ji bo zêdetir zanyarî guhdariya hevpeyvînê bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".