Sveriges utrikesminister Carl Bildt (M). Foto: Maja Suslin/TT.

Carl Bildt qaçaxî kiriye

Sala 2009ê wezîrê derve yê hingî Carl Bildt diçe paytexta Efxanistanê Kabulê. Di vegerê de Bildt rojnamevanekî efxanî  têxe balafira resmî ya hikûmeta Swêd de û bi qaçaxî ji Kabulê derdixe. Vê agahiyê Expressen eşkere dike.

Li gor Expressenê kesekî din ku alîkarî daye Bildt nûnerê NY yê li Efxanistanê Kei Eide norvêcî ye. Bildt ji êvarnameyê re dibêje ew gelekî bi endîşe û bifikar bûn ku polîsê Efxanistan bi wan bihese, lê bi selametî wan rojnamevan xelas kirine. 

Rojnamevanê efxanî kesê bi navê Sayed Pervez Kambaksh e. Efxanîstan ew bi heqareta li hemberî îslamê gunehbar dikir û di 2007ê de cezayê îdamê dabûyê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".