Blekinge alîkariya vegerê dide romaniyan

Herêma Blekinge dê alîkariyê bide derdorê 60 dom ango qereçiyên ji Romanya da ku vegerine malê û mesrefa kareba ango ceyran û germa wan ya li wira jî dê were dayin.

Ev encama hevkariyeke navbera rêxistinên alîkariyê li Blekinge, kesên serbixwe û sefîrê Romanya yê li Swêdê ye.

Rêxistinên li Blekinge yên mîna dêr û kilîse, Xaça Sor, rêxistina bi navê Nödhjälpen i Ronneby û kesên serbixwe ji bo vegera doman cil û pêlavên zivistanê berhev dikin. Dewleta Romanya jî mesrefa ceyran û germê ya çend mehan digre ser xwe. Romanya herwiha wê du perwerdeyên pîşeyî jî; yek ya paqijiyê, yek jî guhpêdana mirovan – asîstaniyê bide kesên ku vedigerin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".