3 navendên nukleerê li Oskarshamnê. Wêne: maol/Flickr
3 navendên nukleerê li Oskarshamnê. Wêne: maol/Flickr

Nukleera nu bi temamî hat rawestandin

Fikra ku li Swêdê nukleera nu were çêkirin bi temamî hat sekinandin. 50 kesên ku ev kara dikirin bi erkên din hatine wezîfedarkirin.

Li Vattenfall 40 kesin ku li ser vê pilanê kar kirine. Mats Ladeborn berpirsiyarê pêșxistina nukleerê ye û dibêje:

– Hemû kesên ku berê li ser van analîzan kar dikirin bi karên din di nav nukleera heyî de hatine wezîfedarkirin.

Dema hukumeta nu hat ser wezîfê got ku divê hemû pilanên avakirina nukleera nu were rawestandin û ev yek di 4 mehan de ket meriyetê jî.

Di heman demê hukumetê soz jî daye ku komîsyonek enerjiyê ji endamên hemû partiyan li meclîsêne, di demek kurt de were avakirin. Armanca vê yekê jî ewe ku li hev hatinek demdirêjî di derbarê pêșeroja nukleerê de çêbe.

Mats Ladeborn li vattenfall dibêje ku armanca me jî lihevhatin û pilanek pêșerojê ye:

–  Hema hema ji sedî 40 ta 50î yê ceyrana me ji nukleerê çêdibe ku dê di pêșerojê de ev yek êdî nemîne. Ji bo Vattenfall girînge ku em bizanibin emê vê ceyranê çawa teyîn bikin. Ev yek ji çi çêdibe pir girîng nîne yê gring ewe ku em di pêșerojê de nekevin rewșek bê çare.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".