Wêne: VADIM GHIRDA/TT
Wêne: VADIM GHIRDA/TT

Li ser endametiya Nato Swêd li hev nake

Di civîna do ya awerte ya siyaseta derve ya meclîsê de Wezîra Karûbarê Derve Margot Wallström derî li daxwazên Alîansê yên derbarê endametiya Swêdê ya Natoyê de girt.

Hukumetê got ku ev dikare îșeretên wek ku Swêd fikra xwe ya siyasî diguhere bide. Margot Wallström:

- Ez bawer dikim ku divê em her yek encamêkê ji vê pirsê derxînin ku em di pirsa Nato de ne hem fikirin, lê werin em vê yekê bi awayê baș ê li gor tradîsyona swêdî bi berdewamî nîqaș bikin.

Lê seroka komîsyona parlamentoyê ya Moderatan Karin Enström ji ber biryara Walströmê xeyal șikestiye:

- Min tu bersîv ji Wezîra Karûbarê Derve derbarê çima mirov ewqas hișk naxwaze ku komek ji bo lêpirsîna ka endametiya Natoyê ji bo Swêdê tê çi wateyê were wezîfedarkirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".