Richard Jomshof,Wêne: Jessica Gow/TT.
Richard Jomshof sekreterê demokratên Swêdê.Wêne: Jessica Gow/TT.

Richard Jomshof sekreterê DSê yê nu ye

Di civîna rêveberiya partiya Sveriges Demokraterna ango Demokratên Swêdê ya îro de Richard Jomshof di șûna Björn Söder de wek sekreterê partiyê hat hilbijartin.

Björn Söder hê di 2013an de gotibû ku dê dev ji erka xwe ya sekreteriya partiyê di 2014an de ber de. Lê ev yek ji ber xebata hilbijartinê û ku Jimmie Åkesson nexweș ket pêk nehat.

Di mijdara  2014an de Björn Söder got ku ewê erka xwe bê xwedî nehêle ji ber ku ev bêberpirsiyari ye li hember partiyê.

Lê ev beyan a wî bixwe bi tenê ye. Ev yek heta bû sebeb ku Jimmie Åkessonê nexweș mecbûr ma daxuyanîyekê bide rojnameya Expressen û vê yekê  sererast bike û gotibû.

"Tiștê herî dawî ku min, Mattias Karlsson û Richard Jomshof li ser peyivîn ew bû ku eger ez biçim jî divê proseya guhertina sekreteriya partiyê nesekine”

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".