Magnus Bengtsson. Wêne: Tahir Yousef P4 Östergötland/Radyoya Swêdê
Magnus Bengtsson. Wêne: Tahir Yousef P4 Östergötland/Radyoya Swêdê

Kesên gumana teroristiyê jê tê kirin Swêd îqame danê

Herî kêm 20 kesên guman jê tê kirin ku sûcên șer li hember mafên mirovan kirine wek mînak li Sûrî û sala derbasbuyî li Swêd dawa penaberiyê kirine, ji bo demek ne diyar destûra mayinê li Swêd girtine.

Ji ber pașeroja wan mafê wan ê penaberiyê li Swêd nîne, lê li gor qanûnê jî ew nikarin pașde werin șandin  ji ber rîska ku ew dikarin li welatên xwe werin êșkencekirin anjî kuștin.

Magnus Bengtsson li Daîreya Koçê, Migrationsverket di pirsa penaberiyê de pispor e. Ew dibêje:

- Ev yek eșkereye ku sebeb hene çima ev kesana derî biryarên parastinê mane û biryara desrsînorkirinê ji bo wan hatiye dayîn. Belê bi awayekî di vê reșê de tedirgîniyek heye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".