Hikumet duxwaze piștgirî bide dibistanên bi kêmsî

Sê milyar kron dê di sala 2016an de ji bo bilindkirina mehaneya mamosteyan were xerc kirin û ji biharê û pê ve jî dê ji bo Midûriyeta Giștî ya Dibistanan derfet çêbe ku bikaribin alîkariya birêvebirina dibistanên di warê prewerdeyê de lawaz in bikin.

Dê îsal 300 mijon kron ji bo dibistanên kêmasî di perwerdeya wan de heye were xerc kirin. Vê yekê wezîrê perwerdeyê Gustav Fridolin endamê partiya Jîngehê ji rojnameya Svenska Dagbladet re dibêje.

Biryarên din ên ku birêde ne werin girtin jî ewe ku rêveberên dibistanan dikarin dawa alîkariya aboriya ya dewletî ji bo bastirkirina perwerdeyê û ji bo karmendên nu bigrin kar bikin.

Dê alîkariya aboriya dewletî ya ji bo alîkariya dersan jî were zêdkirin ku rêveberên dibistanan bikaribin perwerdeya pêwist ji bo șagirtan zêde bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".