Wêne: Radyoya Swêdê
Wêne: Raina Medelius/Radyoya Swêdê

Kirîna lênêrînek baștir pirsgirêkek exlaqî ye

Pirsgirêkên mezin ên exlaqî tên pêș dema Meclîsên Wîlayetan destûr didin ku nexweș ji bo lênêrîn û tedawiyek baștir  di nav sîstema lênêrîna nexweșan a fermî bikire. Vê yekê Konseya Dermankirin û exlaqî ya Dewletî ya bi navê SMER îdîa dike.

Li gor serokê Konseyê Kjell Asplund eger mirov bihêle pere biryara tedawiyê bide metirsî heye ku bi demê re prensîba ku mafê hemû welatiyan a lênêrînek yeksan heye zerarê bibîne. Ew dibêje:

- Ferq di navbera bandora dermankirina berfireh dikare çawa be de heye. Bifikire ku ji mirov re ji bo baștir bihistinê cîhazek pêwiste, lê mirov wî cîhazê hinek lukstir û bi desaynê xweșiktir duxwaze, wê demê mirov dikare hinek alîkariya aborî bi xwe bide. Lê dema tê ser ferqên mezin ên qalîteya lênêrînê, em naxwazin ku ev yek were firotin û kirîn.

Konseya exlaqî ya dermankirinê dê pêșniyarên ji bo rênîșandanê ji bo hemû Wîlayetên Meclîsan bi rêya lîsteyek bi 8 xalên girîn ku divê li ber çav werin girtin biîne, ku ev yek bi awayekî jî bibe alîkar ku hemû wîlayet wek hev xizmetê ji bo nexwșan li her derê welêt bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".