Jan Björklund. Wêne: Janerik Henriksson/TT.
Wêne: Janerik Henriksson/TT.

Björklund beșdarî guftûgoya SVT nebû

Serokê Partiya Gel Jan Björklund duh ji aliyê partiya xwe ve li ser pirsa entegrasyonê û helwesta partiyê ya di vî warî de hat rexne kirin. Dema televîzyona Swêdê, SVT ew dawetî bernameya nûçeyî ya bi navê Aktuellt kir, wî nexwast beșdar be ji bo rûbirûyê rexneyên hevkara xwe Frida Johansson  Metso nebe. Her yekî li koșeyeke studioyê bersiva pirsên derbarê  pêșniyaran de didan.

Pêșniyara ku ji aliyê partiyê ve duh hat eșkere kirin derbarê șertên ziman de bû, ji bo kesên bi demên sînorkirî li Swêdê îqame girtine û ji bo kesên bi șertên hevgirêdana malbatî hatine Swêdê.

Armanc ewe ku mirov duxwaze xeta karkirinê di siyaseta entegrasyonê de zelaltir bike.

Rexneya ku mîsal ji aliyê endama rêveberiya pertiyê Frida Johansson Metso ve tê kirin ewe ku pêșniyarên hatine kirin qet jî dê enetgsaryonê baștir nekin.

Wê duh jî got ku pêșniyaran ew qeherandiye û qet ”li gor ruhê partiya wan” nîne. Berê her tiști ew ji beyana li ser kesên bi îqameyên demî eciz e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".