Göran Hägglund îro di civîna çapeniyê de got ku ew istîfa dike.Wêne: Marc Femenia/TT
Civîna çapemeniyê. Wêne: Marc Femenia/TT

Hevkarên Hägglund spasiya wî dikin

Li ser istîfakirina serokê partiya Gel Göran Hägglund hevalbendên wî spasiya wî kirin û xemgîniya xwe anîn ziman.

Seroka Moderatan Anna Kinnberg-Batra weha got:

-Ez dixwazim di destpêkê de spasiya wî bikim ji ber kirinên wî yên dîrokî û wek serokê Alîansê jî. Bi wî re hevkarî gelek baș bû, ew hevalî gelek baș e û me mi hev re gelek rojên șad derbaskirine.
Me di dema dawî de gelek serok guhertin lê ez hêvî dikim ku hevgirtin û hevkariya Alîansê di pêșêrojê de jî berdewam be.

Seroka partiya Navend Annie Lööf jî got:

- Ez bi kêfxweșî serokê nu ji yê Partiya Xirîstiyanên Demokrat pêșwazî dikim, herçen hinek xemgînim ku Göran Hägglund dev ji vê erka xwe ber dide. Gelek sale ku min pir nêzîk bi Göran re kar kiriye. Ew siyasetmedarekî gelek bi kêf e, lê ew di heman demê de siyasetmedarekî bi nirx ku pirsên civakî û lênerînê herdem derxistine pêș.

Jan Björklund jî got:

-Ew mirovekî gelek zîrek e loma ez ûsa bawer dikim ku eger ew bimana hê gelek tișten wî hebûn ku bide, lê niha wî ev biryara daye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".